Mesrûr Barzanî: Ez daxwazê ji hemî aliyan dikim bên pal pirojeya avedankirin û pêşxistina welatî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew serkeftina ku me li vê heftiyê di hilbijartinan de bi dest xist, ew erk nû kir ê ku ji aliyê gel ve ji bo bicihanîna armancên me bi me hatiye spartin.” Herwesa dibêje, “Em niha di qonaxa amadekariyan de ne ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êvara îro (Pêncşem, 24.10.2024) ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin.
Zêdebarî pîrozkirinê li derçûyên û kesûkarên wan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, “Ev ahenga derçûnê di jiyana xwendekarên derçûyî û malbatên wan de kêlîkeke dîrokî ye, lewma mirov şanazî û hêviyan di çavên derçûyan de dibîne, di demekê de ku ew xwe ji bo qonaxeke nû ya jiyanê amade dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir ku, derçûna hejmareke din a xwendekaran tevlîbûneke giring e ji bo pêşxistin û pêşvebirina civakê, herwesa hêvî xwast ku rolekê diyar di avakirina paşerojeke geş ji bo Kurdistanê û bilindkirina pêgeh û navdariya Herêma Kurdistanê de hebe.
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ew serkeftina ku me li vê heftiyê di hilbijartinan de bi dest xist, ew erk nû kir ê ku ji aliyê gel ve ji bo bicihanîna armancên me bi me hatiye spartin, lewma ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku bên pal pirojeya me ya niştîmanî ji bo avedankirin û pêşxistina welatî bi rêya bikaranîna şiyanên tevaya dezgehên perwerdeyî û fêrkarî.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareke din a gotara xwe de tekez kir, “Em niha di qonaxa amadekariyan de ne ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku pêdivî ye hikûmet li astê rûbirûbûna qebxwaziyên bê be, ev jî dixwaze ku zêdetir alîkarî di navbera dezgehan de hebe.”

 
Fly Erbil Advertisment