Ehmed Cerba: PDKê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de serkeftineke mezin bi dest xist

Ehmed Cerba
Ehmed Cerba

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Xedê li Sûriyeyê serkeftina hilbijartinan û serkeftina PDKê li Serok Barzanî û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê pîroz dike.
Serokê Tevgera Xedê li Sûriyeyê Ehmed Cerba îro (În, 25.10.2024) di postekî de li ser tora civakî ya Xê serkeftina hilbijartinan û serkeftina PDKê li Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.
Ehmed Cerba di wê peyamê de nivîsiye, “Tevî êrîşan li ser astê navxweyî û derve, PDKê di van hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist. Ev jî li ser wê yekê belge ye ku, xelkê Kurdistanê resen e û baweriyeke bilind bi Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê heye.”
Serokê Tevgera Xedê li Sûriyeyê herwesa di peyama xwe de amaje daye, “Di demekê de ku dever di nav xwînrêjî û rewşeke şerxwaz re derbaz dibe, giring e ku xelkê Kurdistanê berê xwe da sindoqên dengdanê û dûrî girjî û aloziyan, zimanê lojîkî ji bo hilbijartina aliyên bibnador di meydana siyasî de hilbijart.”

 
Fly Erbil Advertisment