Erdogan: Pêxemetî asayîkirina peywendiyan em li benda pêngavên kiryarkî yên Sûriyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragehand ku, li bendê ne pêxemetî asayîkirina peywendiyan pêngavên kiryarkî ji aliyê Sûriyeyê ve bên avêtin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî vegeriyana xwe ji Lûtkeya Birîksê, li balafirxaneyê bersiva pirsyarên rojnamevanan da.
Erdogan li ser asayîkirina peywendiyan bi Sûriyeyê re got, “Asayîkirina peywendiyên navbera her du aliyan dê feyde ji bo Sûriyeyê hebe, lewma pêdivî ye ew jî pêngavên kiryarkî biavêje.”
Navbirî amaje jî da, Rûsyayê bandoreke temam li ser Sûriyeyê heye, bi Putin re gotinên pêdivî kirine û daxwaz ji Putin kiriye ku li beranberî peyama wî ji bo Esed, ew jî pêngavekê biavêje.
Serokkomarê Tirkiyeyê ji aliyekî din ve li ser êrîşa Enqereyê ragehand, “Bikerên wê êrîşê ji Sûriyeyê derbaz bûne û armanckirina Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê di demeke wesa da bimana ye.”