Alî Yerlîkaya: Li 31 bajaran 176 kes hatin girtin

Diyarbekir (K24) - Li 31 bajarên Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, hêzên ewlekariyê avêtin ser xalên hatine destnîşankirin û di encamê de jî 176 kes hatine girtin.
Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê Xê ragihand ku, hêzên ewlekariyê hember PKKê operasyonek li dar xistiye û di encama operasyona bi navê GURZ 20 de, ku li 31 bajaran hatiye li darxistin, 176 kes hatine girtin.
Navenda Parastina Gel a girêdayî HPGê îro (În, 25.10.2024) di ragehandinekê de eşkere dike, êrîşa roja 23ê vê mehê ya Enqereyê, ku di encamê de 5 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn, ji aliyê komekê ve hatiye kirin bi navê Tabûrê Nemioran.
Li dû ajansa fermî ya PKKê, ew kiryar ji aliyê du çekdarên girêdayî HPGê ve hatiye kirin, bi navên Asya Elî û Rojgar Hêlîn.
HPG herwesa dibêje, “Sedema armanckirina TUSAŞê ji bo wê yekê vedigere ku, ew dezgeh çek û teqemeniyan çê dike û zarok û malbatên Kurd ji ber brhemên wê dezgehê canê xwe didin.”

 
Fly Erbil Advertisment