Kurdek ji bo cara sêyem dibe endamê parlementoya Gurcistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdê Êzidî yê Gurcistanê Îsko Dasnî ji bo cara sêyemîn di hilbijartinên Parlamentoya Gurcistanê de bi ser dikeve.
Hilbijartinên parlemanî yên Gurcistanê duhî 26ê Cotmehê hatin lidarxistin. Li gorî encamên destpêkê yên ku ji aliyê Navenda Hilbijartinê ve hatin eşkerekirin, Partiya Hêvî ya desthilatdar careke din piraniya kursî di parlamentoyê de bidest xistine.
Siyasetmedarê Kurd ê Gurcistanê Îsko Dasnî cara yekem, di 8ê Cotmeha 2016ê de li ser lîsteya Partiya Hêvî, yekem kursiya xwe ya parlamentoyê bi dest xistbiû.
Di hilbijartinên 31-10-2020’an ên parlementoyê de jî, Îsco Dasnî cara duyemîn baweriya dengderan bidest xistibû.
Di 26ê Cotmeha 2024an de, Îsko Dasnî ji bo cara sêyem bi ser ket û rekoreke nû tomar kir.
Îsko Dasnî di 30ê Adara 1958an de li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê jidayik bûye.