Perlemana Îraqê rûniştina xwe ya îro ji bo demeke nediyar paş xist

Perlemana Îraqê
Perlemana Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber çêbûna girjî û aloziyan di nav Civata Nûnerên Îraqê de û nelihevkirina li ser dengdanê ji bo edilandina çend pirojeqanûnan, Civata Nûnerên Îraqê rûniştina xwe ya îro ji bo demeke nediyar paş xist.
Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 27.10.2024) ji bo dengdanê li ser sê tewerên hestyar û giring civiya. Ew tewer jî ev bûn; pirojeqanûna lêborîna giştî, pirojeqanûna edilandina qanûna rewşa kesatî ya sala 1959ê, pirojeqanûna hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê û vegerandina milkên dagirkirî ji bo xwediyên wan û herwesa pirojeqanûna xizmet û xanenişîniya Heşda Şebî.
Ji ber çêbûna nakokiyan di navbera endamên Civata Nûnerên Îraqê de li ser pirojeqanûna edilandina rewşa kesî, hilweşandina biryarên Civata Bilind a Şoreşê û xanenişîniya Heşda Şebî, li destpêkê Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî dengdana li ser wan çend pirojeqanûnan paş xist, lê paştir rûniştina xwe jî ji bo demeke nediyar paş xist.
Cîgirê Serokê Lijneya Şehîdan û Zindaniyên Siyasî li Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî di vî warî de taybet ji K24ê re ragehand, “Di rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê de, li destpêkê 174 perlemanter amade bûn û civînê dest pê kir, paşî Suneyan dest bi çêkirina arêşeyan kir.”
Şiwan Kelarî amaje jî da, “Suneyan hecetên neqanûnî hebûn, daxwaza wê yekê dikir ku Wezîrê Darayî û Wezîrê Bergiriyê yên Îraqê di wê rûniştinê de amade bibin. Ev di demekê de ye ku li dû peyrewê navxwe yê Civata Nûnerên Îraqê, li rojên dengdanê û xwandina yekê ji bo pirojeqanûnan, nabe wezîr bên Civata Nûnerên Îraqê, tenê dikarin di dema xwandina duyê de bên.”
Navbirî ron jî kir, “Gelek mixabin heta niha jî li nav Civata Nûnerên Îraqê hin endam hene ku bi eşkereyî tekezê li ser bicihanîna biryarên rijêma Beis dikin û naxwazin ew biryar bên hilweşandin, ji bo ku erd li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ji bo xwediyên wan ên rastîn vegerin.”