Sibe Hikûmeta Tirkiyeyê li ser qonaxa nû ya çareseriyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe Hikûmeta Tirkiyeyê li ser her du mijarên qonaxa nû ya çareseriyê û êrîşa li ser Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê dicive.
Hikûmeta Tirkiyeyê sibe (Duşem, 28.10.2024) li ser çend pirsên hestyar dicive, yên herî serekî jî qonaxa nû ya çareseriyê û êrîşa heftiya borî ya li ser Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê ye.
Hikûmeta Tirkiyeyê sibe bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive. Mijarên serekî yên wê civînê ev in; êrîşa ku li ser Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê li Enqereyê hatiye kirin û bizavên çareserkirina arêşeya Kurdan.
Herwesa danûstandin dê li ser operasyonên li dijî PKK û YPGê li Îraq û Sûriyeyê bên kirin, tevî wê yekê jî behsa pêngavên paşerojê ji bo asayîkirina rewşa aborî û nehêlana qeyranan li wî welatî jî tê kirin.
Tê çaverêkirin ku piştî wê civînê, Recep Tayyip Erdogan di konferanseke rojnamevanî de hemî hûrhûrkên wê civînê ji bo tevaya xelkî eşkere bike.