Sibe Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser daxwaza Îranê dicive

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî
Civata Ewlehiyê ya Navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî bi awayekî bilez dicive û danûstandinan li ser êrîşa Israîlê ya li ser Îranê.
Civata Ewlehiyê ya Navdewletî sibe (Duşem, 28.10.2024) li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî bi lez dicive û danûstandinan li ser êrîşa Israîlê ya li ser Îranê dike.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî îro (Yekşem, 27.10.2024) nameyeke fermî daye Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê Civata Ewlehiyê ya Navdewletî ku bi lez û her sibe, rûniştina wê civatê ji bo şermezarkirina êrîşa Israîlê ya li ser Îranê bê pêkanîn, ku welatên Cezayîr û Rûsya û Çînê piştevanî kiriye. Her li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Îranê, Civata Ewlehiyê ya Navdewletî biryar da ku sibe bicive.
Artêşa Israîlê li serê sibeha roja Şemî (26.10.2024) bi zêdetirî 100 balafir û dronan êrîş kir ser Îranê, ew jî wekî tolvekirina êrîşa berfireh a Îranê ku bi moşekên balistîk li roja 01.10.2024ê êrîş kir ser Israîlê.
Her li roja Şemî (26.10.2024), Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa Israîlê ya li ser pêgehên serbazî yên Îranê wekî “binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û carnameya Neteweyên Yekgirtî” wesifand. Amaje jî da, “Îranê maf heye bergiriyê ji xwe bike, piştî wê lêdana Israîlê.”