Ozgur Ozel: Pêxemetî aştiya civakî em gavekê jî paş ve naçin

Serokê CHPê Ozgur Ozel
Serokê CHPê Ozgur Ozel

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev nêzî du heftiyan e li Tirkiyeyê behs behsa azadkirina Ebdila Ocalan e lê kesek heye, tevî desthilata wî ya reha li Tirkiyeyê û pêgeha wî, tenê carekê amaje daye qaziya azadkirina Ocalan. Erdogan piştî qaziya Baxçelî ragehandibû ku, pêşwaziya wê gaziyê dike û hêvî kiribû ku ew derfet neyê pûçkirin. Piştî wê daxuyaniyê, wî çi gotinên din nekirine ku rasterast merema wî ew mijar be.
Gaziya Dewlet Baxçelî li ser azadkirina Ebdila Ocalan û danana çekî ya PKKê ne tenê li Tirkiyeyê belkî li tevaya Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye, gelek ji siyasetvan û lêkoleran û hemî ew kesên ku peywendî bi wê gaziyê ve heye axiftine, vêca çi li dijî wê gaziyê be an jî piştevaniya wê bike. Tiştê ecêb bêdengiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e.
Serokê CHPê Ozgur Ozel dibêje, “Ji serve wesa diyar e ku ew gazî ya Baxçelî ye, bi awayekî din Baxçelî rolê berdevkê Hevpeymanîtiya Komarî dilîze. Ji bo çarekirina doza Kurdan, em perlemanê dikin navnîşanê wê çareyê. Dewlet Baxçelî amaje da Perlemanê, divê Erdohan jî dawiyê li wê bêdengiyê bîne. Erkê berdevk anku Baxçelî bidawî hatiye, divê Erdogan ronkirinekê bide gelê me.” Amajeyê jî dide, “Pêxemetî aştiya civakî, em gavekê jî paş ve naçin.”
Serokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan jî ji aliyê xwe ve dibêje, “Bi nerîna min, divê ev gêleşokên ku hene bigehin encamekî. Ka gelo piroseyeke nû peyda dibe an na? Xelk bimeraq e bizane. Divê Serokkomar jî êdî biaxive ji ber ku partiya desthilatdar ji bo çarekirina vê mijarê giringtirîn navenda biryarê ye.”
Tuncer Bakirhan herwesa amaje jî da, “Ez hêvîdar im di demeke nêzîk de axiftin li ser wê pirsê bê kirin, a herî giring jî ew e ku çarekirina arêşeya Kurdan di derfeteke demokrasî û danûstandinan de li ser me hemiyan erk û berpirsyarîtiyeke mezin e.”
Navbirî herwesa dibêje, “Ji ber çarenekirina vê arêşeyê, vî welatî di kertên aborî û siyasetê de hilweşiyaneke cidî heye, ez hêvîdar im AK Partî û Serokkomar helwesteke cuda ji yên borî hebe.”
Şirovekar û navendên lêkolînên stratejîk wê bêdengiya Erdogan ji bo du sedeman vedigerînin, yek ji wan ew e ku Erdogan dixwaze li ser Baxçelî nerîna xelkî werbigire û bizane ka gelo ji bo pêngaveke wesa rengvedana xelkî dê çi be. Ya duyê jî bikaranîna Baxçelî ye ji ber ku Baxçelî li Tirkiyeyê tundtirîn kesatiyê siyasî ye. Erdogan dixwaze wî bike metal û wesa bike ku çi kes û aliyek nekare netewetiyê bi wî bifiroşe.”

 
Fly Erbil Advertisment