Îraq skalayê li Israîlê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber derbazbûna Israîlê bo nav asmanê Îraqê ji aliyê Israîlê ve, Îraqê bi awayekî fermî yadaşteke nerazîbûnê pêşkêşî Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kir.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di beyannameyekê de ragehand, “Îraqê bi awayekî fermî yadaşteke nerazîbûnê pêşkêşî Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kir, di wê yadaştê de binpêkirinên Israîlê şermezar kirine ku asman û serweriya Îraqê binpê kirine û di wê derê re êrîş kiriye ser Komara Îslamî ya Îranê.”
Herwesa Wezareta Derve ya Îraqê jî her li ser wê mijarê peywendî bi aliyê Amerîkayê re kiriye, ku li dû şertên lihevkirina stratejîk divê Amerîka pabendî parastina ewlehî û serweriya Îraqê be.
Her di wê beyannameyê de hatiye, “Hikûmeta Îraqê pabendbûna xwe bi serwerî û serxwebûna axa Îraqê tekez dike û li ser astên cuda cuda kar dike, ji bo rûbirûbûna wan binpêkirinan, herwesa red dike û rêyê nade bikaranîna asman û erdê Îraqê ji bo êrîşkirina li ser welatên din, xasma jî welatên cîran.”
Di dawiya wê beyannameyê de jî eşkere kiriye, “Ev helwest rengvedana dilgermiya Îraqê ji bo bicihanîna siyaseta Parastina seqamgiriyê li deverê ye, bi rêgirtina li her awayekî bikaranîna axa wê di hevrikiyên deverê de, herwesa piştevanî ji bo çarekirina duberekiyan bi rêya diyalog û hevfêmkirinê.”