Biryar e Çarşemê encamên dawiyê yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bên ragehandin
Îro Civata Komisyarên Îraqê tê Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gor lidûçûnên K24ê, biryar e îro (Duşem, 28.10.2024) Şanda Civata Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bê Hewlêrê û amadekariyan ji bo ragehandina encamên dawiyê yên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bike.
Herwesa biryar e sibe (Sêşem, 29.10.2024) Şanda Civata Komisyaran li ser yekalîkirina skalayên tomarkirî yên li ser piroseya hilbijartinan bicive, ji bo ku li roja Çarşemê encamên dawiyê rabigehîne.
Her li dû zanyarên K24ê, li roja Çarşemê tevî ragehandina encamên dawiyê yên hilbijartinan, navên kandîdên serkeftî jî tên eşkerekirin, û piştî ragehandina encamên dawiyê, sê rojan derfet ji bo tanelêdana encaman heye.
Piroseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja Înê (18.10.2024) bi tevlîbûna zêdetirî 215 hezar kesan ji endamên hêzên Pêşmerge, Asayîş, Polîs û hêzên girêdayî Wezareta Navxwe bi rê ve çû, herwesa piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê jî li roja Yekşemê (20.10.2024) bi rê ve çû, ku du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê tê de hebû.
Li dû encamên berahiyê yên hilbijartinan, ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê parve kiribû, rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinan de 70% bû.