Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa serjimêriya giştî gihişt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 28ê Cotmehê ragihand, “Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û biryar e bi aliyên peywendîdar ên Îraqê re li ser pirsa serjmêriya giştî bicive.”

Wî jêderî got, şanda hikûmetê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm û Wezîrê Plandananê Dr. Dara Reşîd pêk tê û biryar e bi Serokkomarê Iraqê û nûnerên Kurd li Bexdayê bicivin.

Biryar e serjimêriya giştî ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an birêve biçe. Encûmena Wezîran pêştir diyar kir ku ew ne li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ne, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe şûna ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a destûrê de hatine diyarkirin, bigire. 

Encûmena Wezîran Wezareta Plandananê û Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê raspardin ku têbînî, nîgeranî, pêşniyar û rasperdeyên Herêma Kurdistanê bigihînin aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal.