Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê bi şahiyekê dest bi werzê nû kir
Diyarbekir (K24) – Piştî 12 salan Lijneya Bilind a Perwerdehiya Tirkiyeyê destûr dabû ku bo Beşa Wêje û Zimanê Kurdî li Zankoya Dîcleyê 25 xwendekar werin standin. Xwendekarên Beşa Wêje û Zimanê Kurdî yên hilbijartî jî bo destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê şahiyek lidar xistin.
Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê a Dîyarbekir bi 25 xwendekaran îsal dest bi werzê nû kir. Piştî Mêrdîn, Mûş, Dêrsim û Çewligê, Dîyarbekir jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de di asta lîsansê de xwendekar wergirtin. Ji gelek bajaran 25 xwendekar ji bo zimanê Kurdî Li Zaningeha Dîcleyê ya Dîyarbekir hatin cem hev.
Akademîsyen Doç. Dr. Osman Arslanoglu ji K24ê re got: “Cara yekem e ku zaningeha me xwendekarên lîsansê tên. Ji ber ku em qîmetê didin zimanê xwe beşa Kurdî, em bidin hesandin ku xwendekarên me grîngin, hejane. Em xerhatinê li wan bikin. Em pîroz bikin bi hilbijartina wan ku hatine zimanê xwe bixwînin. Li ser zimanê xwe bixevitin. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa me pêş keve. Xwendekarên me bibin mamosteyê baş.”
Di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de perwerdeya tê dayîn. Xwendekar dê di 4 salan de bi fêrbûna kurmancî, soranî û zazakî perwerdeya xwe temam bikin. Xwendekarên beşê û dengbêjen Diyarbekir di şahiyê de hatin cem hev. Ji bo zimanê Kurdî ewê her sal vê çalakîyê li dar bixin.
Xwendekar Faîke Şik got: “Ez pir hezdikim ji zimanê Kurdî. Dixwazim vî zimanî nedim ji bîrkirin. Armnca min ew e ku ez her tim vî zimanî xeberdim û bi vî zimanî bijîm. Hevalên din jî e kû nizanin bi Kurdî bira hemî hîn bibin. Ez dixwazim perwerdeya ziman bidim wan. Ez bibim mamoste û zimanê me nedim ji bîrkirin.”
Dengbêj Feleknaz: “Ez dayik a dengbêj im. Ez dixwazim em hev tamam bikin. Ez ji wan re dengbejî bikim. Ew jî bizanibin zimanê xwe Kurdî dengbejî çîye, dengbejî ji kû hatîyê. Dengbejî ked û emeka dayika ye, a jina ye. Dayik bi strana, bi lorîkê xwe zarokên xwe hejandine û kirine xew. Em niha jî zarokên xwe, nevîyên xwe li ser pê xwe di hejînim u ji wan re lorîke xwe stranên xwe dibejim û ew radizên.”
Li Zanîngeha Dîyarbekir ya Dicleyê cara yekem beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebû û xwendekarên yekem ê vê beşê dest bi waneyan kirin. Xwendekarên beşa Ziman û Wejeya Kurdî îro bi çalakiyên curbecur bernameyeke nasînê pêk anî.