Umêd Sebah: “Hejmara min” projeyeke yasayî ye û me ji bo awayê dabeşkirina mûçe hilbijartiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran got, wan lîsteya mûçeyan amade kiriye û li bendê ne ku Wezareta Darayî ya Federal mûçeyên meha Cotmehê bişîne.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah îro 28ê Cotmehê di kongreyeke rojnamevanî de got: Hejmara Min, projeyek yasayî ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew wek rêbaza dabeşkirina mûçe hilbijartiye.
Umêd Sebah da zanîn, tîmeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina mûçeyên Cotmeha 2024an li Bexdayê ye.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran got, wan lîsteya mûçeyan amade kiriye û li bendê ne ku Wezareta Darayî ya Federal mûçeyên meha Cotmehê bişîne.
Amaje bi wê jî kir, hîn çend pirsgirek di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser mûçeyên mehên bê hene.