Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya mamostayan dike
Efrîn (K24) – Di çarçoveya erkên xwe yên piştgiriya çand û perwerdeyê li bajarê Efrînê û navçeyên wê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Peymangeha Amadekirina Mamosteyan kir û alîkariyên pêwîst pêşkêşî peymangehê kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê serdana Peymangeha Amadekirina Mamosteyan kir û piştevaniya xwe ji wan re nîşan da û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wê kir.
Endamê Desteya Birêvebir ê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Me piştevaniya xwe ji wan re diyar kir û me çend amûrên pêwîst ji wan re anîne. Emê bi îdareya peymangehê re bicivin û em ê serdana xwendekaran jî bikin, ta ku bikarin bi baştirî şêwaz piştevaniya wan bikin û berdewamiyê bidin vî karê xwe yê pîroz ji bo avakirina welatê xwe.”
Rêvebir û mamostayên peymangehê jî hêvî dikin ku alîkariyên zêdetir ji xwendekar û mamostayên nû re bên kirin, da ku bi awayekî baştir û pêşkeftîtir fêr bibin.
Rêveberê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Efrînê Îsam Ebdulezîz got: “Me ji destpêka vekirina peymangehê ve, alîkarî ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwast. Ev peymangeh nû li Efrînê vebûye û pêwîstiya me bi gelek pêdawîstiyan heye. Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku ti xemsarî nekir û alîkariya me kir. Em hêvîdar in di rojên pêş de, hin alîkariyên din ji me re werin.”
Li gorî rêveberiya peymangehê, armanca vekirina peymangehê piştgirîkirina prosesa xwendinê û başkirina ezmûna mamostayan e, bi taybetî mamosteyên nû ku li ser bingeha bawernameyên pola duwazdehan hatine tayînkirin. Li peymangehê 1400 xwendekar hene û mamosteyên wan xwedî bawernameyên bilind in.