Serokê Hevpeymaniya Azimê serkeftina hilbijartinan li Serok Barzanî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musanna Samerayî kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Azim jî bi boneya serkeftina proseya hilbijartinan, pîrozbayî li Serok Barzanî kir.
