Skala hatine yekalîkirin û hejmara kursiyên aliyan wekî xwe man

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyarên K24ê, ji ber ku skala kesk û zer bûn, çi guhertin di encaman de nehatine kirin, tevaya skalayan jî hatine yekalîkirin, herwesa hejmara kursiyên aliyan jî wekî xwe ma.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay taybet ji Malpera K24ê re ragehand, “Amadekarî hatine temamkirin, ji bo ku sibe (Çarşem, 30.10.2024) seet 10:00ê sibehê li Baregayê Lijneya Navendî ya Komisyonê li Hewlêrê encam bên ragehandin.”

Ev jî di demekê de ye ku Malpera K24ê duhî (Duşem, 28.10.2024) li ser zanyar û lidûçûnên xwe parve kir, “Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li roja Çarşemê li Hewlêrê encamên dawiyê yên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê radigehîne, herwesa navên kandîdên serkeftî jî tên eşkerekirin. Piştî ragehandina encamên dawiyê jî, sê rojan derfet ji bo tanelêdana encaman heye.”

Piroseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja Înê (18.10.2024) bi tevlîbûna zêdetirî 215 hezar kesan ji endamên hêzên Pêşmerge, Asayîş, Polîs û hêzên girêdayî Wezareta Navxwe bi rê ve çû, herwesa piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê jî li roja Yekşemê (20.10.2024) bi rê ve çû, ku du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê tê de hebû.

Li dû encamên berahiyê yên hilbijartinan, ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê parve kiribû, rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinan de 70% bû.

 
Fly Erbil Advertisment