Mesrûr Barzanî: Nabe aliyên siyasî li dijî pirojeya binbirkirina gendeliyê rawestin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav Dîdara Mêrî got, “Ji bo binbirkirina gendeliyê, divê desthilat hemî bi hev re tekezê li wê yekê bikin ku gendelî nemîne.” Herwesa got, “Nabe ku aliyekî siyasî li dijî pirojeya binbirkirina gendeliyê raweste.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 29.10.2024) li nav Dîdara Mêrî 2024ê bi navnîşanê “Ber bi desthilatdariyeke durist û jiyarxweşiyê ve” got, “Me karên cidî ji bo binbirkirina gendeliyê kirine.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Binbirkirina gendeliyê hîmet û piştevanî divê, nabe ku aliyekî siyasî li dijî pirojeya binbirkirina gendeliyê raweste û hikûmet tenê wê yekê bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Divê desthilat hemî bi hev re tekezê li wê yekê bikin ku gendelî nemîne, tiştê yekê jî ew bi xwe destan ji gendeliyê berdin.”

Dîdara Mêrî 2024ê bi navnîşanê “Ber bi desthilatdariyeke durist û jiyarxweşiyê” îro (Sêşem, 29.10.2024) li Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir û du rojan dê berdewam be.

 
Fly Erbil Advertisment