Serokê Hevpeymaniya Azimê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinan li Serokwezîr kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30ê Cotmetê pêşwazî li endamê parlemantoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Azimê Musanna El-Samerayî kir.
Di civînê de, guftûgo li ser rewşa giştî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin kirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevpeymaniya Azimê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir ku proseyeke demokratîk a serkeftî bû.
Herwiha tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û rêkeftinan kir.