Serok Barzanî binemaya pêkanîna hikûmetê û rewşa paşerojê ya Herêma Kurdistanê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî derbarê hilbijartinan de peyamek pêşkêşî hemû aliyên siyasî û gelê Kurdistanê kir û got: “Êdî dem hatiye ku hemû alî li gorî pişka hilbijartinan guftûgo bikin ku yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêzek Pêşmerge bibe bingeha hikûmeta bê û rewşa paşerojê.
Serok Barzanî di axaftina xwe ya di Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li Hewlêrê de got “Di 20ê Mijdarê de, li Herêma Kurdistanê hilbijartineke dîrokî hat lidarxistin, ya ku em pê serbilind in, ev hilbijartin di atmosfereke pir aştiyane û azad de derbas bû û ti pirsgirêkên mezin, tune bûn.”
Serok Barzanî amaje bi wê kir, “Her çend e gotinên gelek partiyan ên beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan ne wek hev bûn, lê belê hilbijartin hatin kirin û encam jî hatin aşkerekirin. Niha dema diyaloga di navbera hemû aliyan de ye.”
Serok Barzanî got: “Ya herî giring ew e ku hikûmeta bê û rewşa Herêma Kurdistanê bo paşerojê, divê li ser van binemayan be: Yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge.”