43 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 16 kîlo madeyên hişbir hat desteserkirin û 43 bazirganên mezin ên madeyên hişbir hatin girtin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir îro 31ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di berdewamiya hewlên dezgeha me di rûbirûbûna madeyên hişber de, ji destpêka vê mehê heta 31ê mehê, hejmareke operasyonên serkeftî hatin kirin.

Diyar kir jî, “Di operasyonan de, me kar 43 firoşyar û bazirganên mezin ên madeyên hişber bigirin û dest deynin ser zêdetir ji 16 kîlograman madeyên hişbir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, hejmarek ji girtiyan baziganên mezin in, di nav wan da bazirganên navdewletî jî hene û torên wan hatine hilweşandin.

Diyar kir jî, ji bo van hemû çalakiyan, pêştir fermanên dadwerê lêpirsînê yên asayî hatibûn wergirtin û tedbîrên yasayî hatibûn girtin.

Di daxuyaniyê de hat, “Hemû tawanbar radestî yasayê hatin kirin û dê di çarçoveya Yasa Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de bên darizandin.

 
Fly Erbil Advertisment