Şiwan Kelarî: Sune naxwazin Serokê Civata Nûnerên Îraqê hilbijêrin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike, “Sune naxwazin kesekî ji bo Serokê Civata Nûnerên Îraqê hilbijêrin.”
Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî îro (Pêncşem, 31.10.2024) ji K24ê re ragehand, “Sune naxwazin kesekî ji bo Serokê Civata Nûnerên Îraqê hilbijêrin û dengên xwe pirt û belav kirine.”
Şiwan Kelarî herwesa got, “Niha deng tên cudakirin, hest tê kirin ku deng bi hemî kandîdan hatine dan. Li dû wê parvekirina hatiye kirin, hest tê kirin ku naxwazin ew pirs yekalî bibe. Suneyan yekdengî heye ku Serokê Civata Nûnerên Îraqê neyê hilbijartin.”
Navbirî amaje jî da, “Dengên wan hatine belavkirin, ji bo ku 165 deng ji bo kesekî neçin. Amir Endulcebar kandîdê Şîeyan e. Ew bi xwe li vê derê nîne û deng pê hatiye dan. Ev amaje ye ku deng bên parvekirin.”
Endamê Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Mehmûd Meşhedanî li pêşiyê ye lê ez wesa difikirim ku yekalî nabe û ew nikare 195 dengan bi dest bixe.”
Şiwan Kelarî tekez jî kir, “Sune dixwazin piştî Helbûsî kesekî din neyê Civata Nûnerên Îraqê, ew wêneyekî didin xelkê Îraqê ku hind lawaz in nikarin serokekî ji xwe re hilbijêrin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Sune bi xwe lihev nakin, yek ji sînaryoyan ew e ku naxwazin kesekî ji bo Serokê Civata Nûnerên Îraqê hilbijêrin.”
Ev jî di demekê de ye ku Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja 14.11.2023ê biryara hilweşandina endametiya Serokê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Helbûsî di Civata Nûnerên Îraqê de derxist.
Piştî hilweşandina endametiya Helbûsî li Civata Nûnerên Îraqê, Cîgirê Yekê yê Civata Nûnerên Îraqê Muhsin Mendelawî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet ew post bi rê ve dibir, heta dema hilbijartina serokekî nû.
Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 31.10.2024) bi merema hilbijartina serokekî nû civiya, li destpêkê 195 endamên wê di wê civînê de amade bûn û paşî ew hejmar gehişt 225 endaman.