Laleş: K24ê xizmeteke mezin ji pêkhateyên Kurdistanê bi giştî û ji Êzdiyan bi taybetî re kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya nehemîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê, Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî peyameke pîrozbahiyê ji Kurdistan24ê re şand.

Navenda Laleşê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de hêvî dike, Kurdistan24 di xizmet û pêşxistina medyaya Kurdî de berdewam be.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir jî, di çend salên borî de Kurdistan24 xizmeteke mezin ji pêkhateyên Kurdistanê bi giştî û Êzdiyan bi taybetî re kiriye.

Peyama pîrozbahiyê wiha ye:

Bi helkefta 9emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, em germtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêveber û hemû karmendan dikin û hêvîxwaz in di xizmet û pêşvebirina medyaya Kurdî de berdewam bin.

Em hêvîdar in ku wek herdem bi pirensîp û etîka rojnamegeriyê û belavkirina zanyariyên rast û dirust berdewam bin û ji bo pirsên netewî û niştimanî û di xizmetkirin û pêşvebirina medyaya Kurdî de, roleke çalak û girîng bilîzin

Di van salên dawî de kanalê xizmeteke mezin pêşkêşî hemû pêkhateyên Kurdistanê bi giştî û Êzdiyan bi taybetî kiriye.

Dubare salvegera we pîroz be.. serkeftin û serkeftin be