Pentagon hêzeke zêdetir û firokeyên B–52 dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, hejmara hêzên Amerîkayê dû li Rojhilata Navîn zêde bike.

Pentagonê îro 02.11.2024ê ragehand: ‘’Ferman hatiye dayîn ku keştiya şer ên zêdetir û ­dijî mûşekên balîstîk, herwiha firokeyên şer, firokeyên barhelgir û gelek rampeyên avêtina mûşekan ji Rojhilata Navîn re bên şandin.’’

Hat gotin; ‘’Li gor pêbendiyên me yên ji bo parastina welatî û hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, berevanîkirin li Îsraîl û kêmkirina aloziyan bi rêya siyaseta berevanî û dîplomatîk ve, wezîrê berevaniyê ferman daye ji bo ku keştiyên şer ên zêdetir ji bo berevanîkirina li dijî mûşekên balîstîk, herwaha balefirê şer û rampayên avêtina mûşekên dûravêj û firokeyên B – 52 a ser bi hêzên esmaniya Amerîkayê ji bo navçeyê bên şandin.’’

Pentagonê diyar kir: ‘’Ew hêzane di mehên pêş de bigehin navçeyê û bi piştevaniya wan dê bi belavkirina sîstema berevaniya mûşekî ya bilind ‘’Sad – THAAD’’ li Îsraîlê û li gel helwêstê berdewam ê yekîneya helmeta daryayî – bejayî ya amadeye û ser bi wezareta berevaniya Amerîka li rojhilatê Deryaya Spî naverast da ye dibe.’’