Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkarî li ser tîmên werzişê dabeş kirin

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta bihêzkirina şiyanên werzişvanan, alavên werzîşê li ser tîmên futbolê yên Efrînê û gundên wê dabeş kirin.

Di çarçoveya proje û destpêşxeriyên xwe yên berdewam de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca bilindkirina morala werzişvanan û bihêzkirina şiyanên wan, alavên werzîşê li tîmên werzîşê yên li navçeyên cuda yên Efrînê belav kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Em berdewam in li ser kar û projeyên xwe yên cuda. Ji bo piştevanîkirina tîmên werzişê, me îro kelûpel û keresteyên werzişê li tîmên cuda yên herêma Efrînê belav kirin, ji bo ev ciwan şiyanên xwe bipêş bixin û berdewamiyê bidin werzişa xwe.”  

Alav û keresteyên ku li tîmên werzişê hatine belavkirin, ji top, kincên werzîşê, alavên werzîşê û rahênanê pêk tên.

Werzişvan Mihemed Taha got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Em îro tîma gundê Meydana hatine serdana dezgehê kir û wan jî alîkariyên pêwîst ji pêlav, kinc, top û alavên rahênanê pêşkêş me kirin.”

Werzişvan Omer Reşîd jî got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin li ser alîkariyên ku pêşkêşî me kirine. Me top, kinc û alavên din ên werzişê birin. Gelek tiştên me kêm bû.”

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku piştî erdheja 6ê Sibatê, wek yekemîn dezgeha xêrxwaziyê derbasî Efrînê û navçeyên bû, ji bilî pêşkêşkirina alîkariyên mirovî li ser xelkê herêmê, piştevanî da gelek çalakiyên din ên wek xwendin, kursên zimanê kurdî û çalakiyên hunerî û werzişî.