Îsraîlê berpirsekî din ê Hizbullahê li başûrê Libnanê kuşt
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl kuştina berpirsê Yekîneya Mûşekan a Hizbullaha Libnanê, li başûrê Libnanê ragihand.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got: “Me Cafer Xizir Faûr, berpirsê Yekîneya Mûşekan a Hizbullahê di operasyonekê de li başûrê Libnanê kuşt.”
Adraee got: “Cefer Xizir Faûr berpirsê Yekîneya Mûşekan a Hizbullahê bû û destê wî di dehan êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê de hebû.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê da zanîn jî “Cefer plana jinavbirina Îsraîlê û kuştina sivîlan daneye, lê wan rê ned ku ew planên xwe pêk bîne.”
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine, roja 27ê Îlonê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah di êrîşeke li ser Beyrûtê de kuşt û piştre dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir.