Mesrûr Barzanî û Konsolê Îmaratê pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Mijdarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed El-Zahirî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên bihêz û di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kir û spasiya konsul jî di van salên dawî de, rola wî ya girîng di pêşxistina pêwendiyên dualî de hebûn.
Her di vê hevdîtinê de, Konsulê Îmaratê peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi stratejîk binav kir û tekez li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan di warên cuda de kir.