Bazirganekî madeyên hişbir ê navdewletî hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bazirganekî madeyên hişbir ê navdewletî hat girtin û 100 kîlo hebên Captagon hatin desteserkirin.

Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir bi daxuyaniyekê ragihand, bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir û Rêveberiya Giştî ya Madeyên Hişbir ya Iraqê, roja 30î Cotmeha borî 100 kîlo hebên Captagon Bexdayê hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di heman operasyonê de, qaçaxçiyekî metirsîdar ku endamê toreke navdewletî ya madeyên hişbir bû, hat girtin.”

Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbirê got: “Operasyon piştî wergirtina biryara dadwerê lêpirsîna ewlehiyê û dadwerê lêkolînê yê dadgeha Kerxê hate kirin.”