Serokê Amedsporê û Rahênerê wê dest ji kar berdan

Diyarbekir (K24) - Rahênerê Amedsporê Ersûn Yanal ê ku Amedsporê destpêka lîgê de bi hêviyek mezin transfer kiribû dest ji postê xwe berda û bi daxuyaniyekê jî gazincên xwe ji raya giştî re parve kir, her wiha Serokê Amedsporê Azîz Elaldi jî da zanîn ku ewê biçin kongreyê û di kongreyê de dê nebe namzet.

Di Amedsporê de nava hefteyekê de ser hev destjikarberdanên girîng rû dan. Pêşî Serokê Amedsporê Azîz Elaldi da zanîn ku biryar hatiye dayîn ku, Amedspor di 12ê Mijdarê de kongreya awarte li dar bixe û her wiha Azîz Elaldi di parvekirina xwe ya hesabê xwe yê Xê de da zanîn ku ewê di kongreyê de nebe namzet. 

Piştî ku Azîz Elaldi da zanîn ew dest ji postê xwe berdide Rahênerê Amedsporê ya ku Tirkiye de navdar e Ersûn Yanalî jî ragihand ku dest ji postê xwe berdaye.

Amedsporê di 5 yariyên dawîn de nekariye bi ser bikeve û tenê 2 puan dan hev ku ji ber vê rewşê rêveberiya Amedsporê jî û rahêner Ersûn Yanal jî rastî rexenyên giran dihatin ku heta navbera Ersûn Yanal û alîgirên Amedsporê de alozî jî rû dabûn. 

Amedspor niha li benda rêveberiya nû ye û bo rahênerek nû jî nava lêgerînan de ye ku dîsa navên kesên navdar derbas dibin ku yek ji wan jî Servet Çetîn e ku di tîmên wek Fenerbahçe, Galatasaray û Trabzonsporê de jî leyîstiye û ew bi xwe jî kurd e.

Amedspor niha di Lîga 1. Trendyolê de dilîze û bi 13 puanan di rêza 16ê de ye ku îro jî dê bi Erzurumsporê li Erzurumê bilîze.