Viyan Sebrî: Hikûmeta Îraqê bi pirojeya Hejmara Min razî ye û çi arêşe nînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Bankên pirojeya Hejmara Min fermî ne û itîrafpêkiriyên Banka Navendî ya Îraqê ne, piroje ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û eger serokê partiyekê rêyê lê bigire, zirarê digehîne xwe û xelkê xwe.”
Seroka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Sebrî îro (Yekşem, 03.11.2024) ji malpera K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê serederiyê bi bankên Hejmara Min re dike, ku li Banka Navendî ya Îraqê tomarkirî ne. Pirojeyeke fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, wekî wan bankên Îraqî yên ku di pirojeya Tewtînê de li banka navendî hatine tomarkirin.”
Seroka Firaksiyona PDKê herwesa di pareke din a gotinên xwe de ji Malpera K24ê re got, “Hikûmeta Îraqê bi pirojeya Hejmara Min razî ye û çi arêşe nînin.”
Viyan Sebrî amaje jî da, “Pirojeya Hejmara Min hatiye siyasîkirin, di demekê de ku ew piroje ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji bo xizmetkirina mûçexurên Herêma Kurdistanê ye, hikûmet jî ya hemî xelkê Kurdistanê ye. Serokê partiyekê nikare rêyê lê bigire, eger rêyê lê bigire jî, zirarê digehîne xwe û xelkê xwe.”
Seroka Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Bankên pirojeya Hejmara Min fermî ne û Hikûmeta Îraqê bi awayekî qanûnî serederiyê pê re dike.”