Mesrûr Barzanî: Divê pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 04.11.2024) pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.
Wekî ku di ragehandina hikûmetê de amaje pê hatiye dan, tewerê serekî yê danûstandinan “girêdayî rêkar û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû”.
Wê ragehandinê eşkere jî kiriye, “Her du alî li ser giringiya hevfêmkirina aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji bo ku berdewamiyê bide kar û pirojeyên xwe yên xizmetkarî û xizmeta tevaya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike.”
Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku, pêdivî ye pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û hikûmeteke seranserî û bihêz û hevgirtî be.”
Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn li hev guhertin. Her du alî li ser parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û dûrxistina encamên wan şer û aloziyan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.