Li Efrînê dizîna sîstematîk a zeytûnan û ferzkirina bacan berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Binpêkirinên li dijî şêniyê herêma Efrînê didomin û berhemên zeytûnan bi awayekî sîstematîk rastî dizîn û talanê û ferzkirina bacên giran ji aliyê komên çekdar ve tên kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li navçeya Bilbilê, grûpa Hemzat 80 darên zeytûnan ên welatiyên ku bi darê zorê koçber bûne birîn û dizîn.

Li gundê Feqîra yê ser bi navçeya Cindiresê ve, berhema 30 darên zeytûnan hate dizîn ku çekdarên ser bi Firqeya Hemzat ve şaxên daran şikandin û berhemên zeviyên du welatiyên gund dizîn. 

Li gundên Kokan û Aşûnê jî berpirsên grûpêm Hemzat û Sultan Murad baca %40 li ser berhema zeytûnan sepandin, ji bilî bacaya ku li ser her darekê li wan her du gundan. Herwiha dest danîn ser hemû berhemên darên zeytûnan ên koçberan.

Li gundê Kêla yê ser bi navçeya Bilbilê, tevî hebûna pasewanên ku ji aliyê grûpa El-Mecid ve hatibûn destnîşankirin ku li hember wê baca 3 dolaran ji bo her darekê li gundiyan ferz kiribûn, berhema 100 daran hate dizîn.

Li gundê Omer Simo yê navçeya Şara jî, endamên grûpa Ceyş El-Nuxbe bi serokatiya Mistefa Rehal “Ebû Ewed û Hîşam Mesrî, berhemên zeytûnan yên gelek niştecihan talan kirin û dizîn.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran ve di Adara 2018an de, ji bilî tawanên kuştin, revandin, dizî û talana mal û milkên welatiyên Kurd, grûpên çekdaran dest danîne ser bi hezaran dar û zeviyên koçberên Kurd, zeyt û zeytûnan didizin û bacên giran li ser berhemên çandiniyê ferz dikin.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, di çend salên borî de û li gorî medyaya navdewletî, berhemên zeytûnan bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar re.