Îro hilbijartina serokatiya Amerîkayê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartina Serokkomariya Amerîkayê îro 5ê Mijdarê tê kirin. Zêdetirî 186 milyon kes mafê wan ê dengdanê heye.

Komarparêz û Demokrat di vê hilbijartinê de jî wek her carê bên hemberî hev. Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump namzedê Komarparêzan e û Cîgira Serokê niha Kamala Harris jî namzeda Demokratan e.

Donald Trump li kombûna li Pittsburgh, Pennsylvania soz da dengderên Amerîkî, ew “dê enflasyonê ji holê rabike” û ew ê “aşitiyê li cîhanê vegerîne”.

Kamala Harrisjî di mîtîngek li Pennsylvania de, bang li hemû dengderan kir ku dengê xwe bidin û got ku her dengek dê di hilbijartinê de cûdahiyek çêbike.

Harris herwiha got jî: “Nîşanan di berjewendiya me de ne” û soz da ku ew ê “nifşeke nû ya serokatiy” li Dewletên Yekbûyî peyda bike.

Ji çend hefteyan ve ye, dengderan dest bi dayîna dengên xwe di dengdana zû de kirin. Li gorî Laboratoriya Hilbijartinê ya Zanîngeha Floridayê, zêdetirî 77 mîlyon dengên xwe di dengdana pêşwext de dane.

Komarparêz û Demokrat du partiyên sereke yên qada siyasî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ne. Her du partî li ser siyaseta navxweyî û derve ya Amerîkayê serdest in.

Partiya Komarparêzan di sala 1854an de hatiye damezrandin û 19 serok jê hatine hilbijartin.

Partiya Demokratan, ku di sala 1828 de hatiye damezrandin, xwediyê 16 serokan bû. Di 1829 de jî Andrew Jackson bûbû yekem serokê Dewletên Yekbûyî.