Harris: Em dengê xwe didin ji ber ku em ji welatê xwe hez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Kamala Harris li berahiya destpêkirina dengdana piroseya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de nivîsî, “Em îro dengê xwe didin ji ber ku em ji welatê xwe hez dikin”.
Kandîda Demokratan Kamala Harris îro (Sêşem, 05.11.2024) berî destpêkirina piroseya hilbijartinan û di dema birêveçûna hilbijartinan de jî çend peyam li ser tora civakî ya Xê parve kirin, di postê xwe yê yekê de jî bi destpêkirina hilbijartinan re nivîsî, “Hûn amade ne guhdariya dengên we bê kirin.”
Kandîda Demokratan di postekê din de nivîsî, “Em îro dengê xwe ji bo paşerojeke geş didin.” Herwesa got, “Bingehên dengdanê li seranserî welatî vekirî ne.”
Kamala Harris li dawiya bangeşeya hilbijartinan jî gotibû, “Em vê bangeşeyê wekî ku me dest pê kir temam dikin, bi geşbînî û enerjî û xweşî.”
Kandîda navbirî di peyameke paştir de nivîsî, “Roja dengdanê ye û hilbijartin di destê te de ye.” Herwesa got, “Te dengê xwe da? Spas ji bo wî yê guhdariya dengê te bike.”
Harris herwesa got, “Roja hilbijartinan e, em îro dengê xwe didin ji ber ku em ji welatê xwe hez dikin û me bawerî bi sozên Amerîkayê heye”.