Trump li 24 wîlayetan serkeftiye û Harris li 11 wîlayetan
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji 52% ya dengên cudakirî, Trump kariye 230 xalan û Harris jî 210 xalan bi dest bixe, Trump li 24 wîlayetan serkeftiye û Harris jî li 11 wîlayetan.
Piroseya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê duhî (Sêşem, 05.11.2024) hat destpêkirin, lê piştî temambûna dema asayî, ew pirose li çend wîlayetan hat dirêjkirin û sedema wê yekê jî arêşeyên eliktironî bûn.
Ji 52% ya dengên cudakirî, Trump kariye 230 xalan û Harris jî 210 xalan bi dest bixe, Trump li 24 wîlayetan serkeftiye û Harris jî li 11 wîlayetan.
Trump li wîlayetên Vêrcînyaya Rojava, Îndiyana, Kintakî, Dakotaya Başûr, Ohayo, Wayomîng, Karolînaya Başûr, Oklahoma, Filorîda, Dakotaya Bakur, Alabama, Nêbraska, Tênisî, Misisipî û Mîzorî, Têksas û Bakurê Karolîna Erkensasê serkeftiye.
Li beranber jî Kamala Harris li wîlayetên Mêrîland, Nûcêrsî, Grava Rodê, Îlînoys, Vêrmont, Dêlawêr, Nûyork, Maseçwês û Kenektîktê serkeftiye.
Seet 02:00 ê piştî nîvroya duhî (Sêşem, 05.11.2024) (bi dema Hewlêrê) gera 60ê ya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat destpêkirin û heta seet 04:00 ê serê sibeha îro (Çarşem, 06.11.2024) berdewam bû.