Kongirêsmanekî Komariyan ji K24ê re: Trump bibe serok, dê piştevaniya Kurdan bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongirêsmanekî Komariyan ji K24ê re ragehand, “Eger Trump bibe serokê Amerîkayê, dê piştevaniya gelê Kurd bike.”

Kongirêsmanê Komariyan Trend Franks îro (Çarşem, 06.11.2024) ji K24ê re ragehand, “Heta niha Donald Trump ji bo serkeftinê li pêş e, lê heta niha em nizanin çi diqewime.”

Trend Franks herwesa got, “Divê em heta dawiya hilbijartinan li bendê bin. Ên ku difikirin ku encaman dizanin jî hêşta tiştekî eşkere nîne û nayê zanîn kî bi ser dikeve. Li Pensilvanyayê şansekî baş bû, Trump li pêş e.”

Navbirî amaje jî da, “Ez wesa difikirim ku eger Kalama Harris bibe Seroka Amrîkayê, dê ji bo Kurdan bizehmet be ku ji aliyê Amerîkayê ve bên piştgirîkirin. Lê eger Trump bibe Serokê Amerkayê, piştevaniya Kurdan û Israîlê dike û dê derfeteke baş be ji bo seqamgiriyê li Rojhilata Navîn û li cîhanê bi giştî jî. Ez wesa dibînim ku ew dikare şerê Ukraynayê jî bidawî bîne. Ew jî ji bo cîhanê giring e, divê Donald Trump bibe Serokê Amerîkayê.”

Kongirêsmanê Komariyan ron jî kir, “Li ser siyaseta derve, Donald Trump siyaseteke ron û tund heye, lewma ez wesa difikirim ku ew dê serkeftî be û ez hêvîdar im serkeftî be.”

Wî kongirêsmanî tekez jî kir, “Trump di dema borî de gelek piştevaniya Kurdan kiriye, ji ber ku gelê Kurd gelekî serkeftî û şerefmend e. Ew jî giring e û divê Amerîka piştevaniya wan bike. Amerîka di rûbirûbûna DAIŞê de bi Kurdan re tevlî bû û li dijî terorê şer kir. Kurd bi awayekî rasterast ji aliyê Amerîkayê ve dihatin piştevanîkirin, lewma divê Amerîka li ser wê alîkariyê berdewam be.”

Trend Franks herwesa ragehand, “Ez wesa difikirim ku Trump dê gelek ji Kamala Harris zêdetir piştevaniya Kurdan bike, lewma ez hêvîdar im Donald Trump bibe Serokê Amerîkayê.”

Seet 02:00 ê piştî nîvroya duhî (Sêşem, 05.11.2024) (bi dema Hewlêrê) gera 60ê ya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat destpêkirin û heta seet 04:00 ê serê sibeha îro (Çarşem, 06.11.2024) berdewam bû.

Du kandîd ji bo bidestxistina postê Serokatiya Amerîkayê pêşbirkêyeke tund dikin, ew jî Donald Trump ji partiya Komariyan û Kamala Harris ji partiya Demokratan in.