Trump: Me dîrok tomar kir û em dê Amerîkayê çak bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîdê Komariyan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 06.11.2024) di gotarekê de li beranberî alîgirên xwe li wîlayeta Filorîdayê, serkeftina xwe di hilbijartinan de ragehand û tekez kir ku, bûye serokê 47ê yê wî welatî.
Trump di gotara xwe ya serkeftinê de tekez kir, “Me dîrok tomar kir û em ji çend astengan derbaz bûn.” Amaje jî da, “Em dê Amerîkayê çak bikin û dê sinorên xwe li ber terorsitan dabixin.”
Li dû gotina Trump, ji 528 kursiyên Komeleya Hilbijartinan kariye 315 kursiyan bi dest bixe. Herwesa got, “Me karî piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran werbigirin û careke din li wîlayetên risasî me serkeftin tomar kir.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de behsa kertê welatê xwe kir û ragehand, “Me li Îraq, Siûdiye û Îmaratê zêdetir petrol heye û pêdivî ye em bi rengekî gelek baş serederiyê pê re bikin.”
Kandîdê Komariyan tekez jî kir, “Ez dê şerên deverê rawestînim û dê artêşa welatê me bihêztir bikim.”