Trump di gotara xwe ya serkeftinê de behsa Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Di gotarekê de li beranberî alîgirên xwe li wîlayeta Filorîdayê, Kandîdê Komariyan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Donald Trump serkeftina xwe di hilbijartinan de ragehand û tekez kir ku, bûye serokê 47ê yê wî welatî.
Di gotara serkeftinê de ku bû serokê 47ê yê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, Donald Trump îro (Çarşem, 06.11.2024) li beranberî alîgirên xwe li wîlayeta Filorîdayê ragehand, “Me li Îraq, Siûdiye û Îmaratê zêdetir petrol heye û pêdivî ye em bi rengekî gelek baş serederiyê pê re bikin.”
Trump herwesa got, “Amerîkayê arêşeya petrolê û pîsbûna jîngehê heye.” Di derheqa kêmkirina bacê de jî got, “Em qerzên xwe didin û bacan jî kêm dikin, bi rengekî ku em li ser bac û sîstema aborî kar dikin ku çi kesekî bi wî rengî kar li ser nekiriye.”
Trump di gotara xwe de herwesa tekez kir, “Me dîrok tomar kir û em ji çend astengan derbaz bûn.” Herwesa amaje jî da, “Em dê Amerîkayê çak bikin û dê sinorên xwe li ber terorsitan dabixin.”
Li dû gotina Trump, ji 528 kursiyên Komeleya Hilbijartinan kariye 315 kursiyan bi dest bixe. Herwesa got, “Me karî piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran werbigirin û careke din li wîlayetên risasî me serkeftin tomar kir.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de behsa kertê welatê xwe kir û ragehand, “Me li Îraq, Siûdiye û Îmaratê zêdetir petrol heye û pêdivî ye em bi rengekî gelek baş serederiyê pê re bikin.”
Kandîdê Komariyan tekez jî kir, “Ez dê şerên deverê rawestînim û dê artêşa welatê me bihêztir bikim.”