Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Parêzger û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Silêmaniyê dike

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Parêzgerê Silêmaniyê û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Silêmaniyê re - Erşîf
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Parêzgerê Silêmaniyê û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Silêmaniyê re - Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Parêzgerê Silêmaniyê û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Silêmaniyê dike.

Di spasînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Rêzdar Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir, ji ber bicihanîna erkên we bi awayekî birêkûpêk û dilsozane wekî Parêzgerê Silêmaniyê, em spasî û rêzên xwe arasteyî cenabê we dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di spasînameya xwe de daxwaz kiriye ku, Parêzgerê Silêmaniyê û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Silêmaniyê “her bi vê ruhiyetê ji bo xizmetkirina Kurdistanê berdewam bin.”