Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike

Mesrûr Barzanî û Guhdar Şêxo
Mesrûr Barzanî û Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasînameyekê arasteyî Serperişt û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Zaxoyê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 06.11.2024) spasînameyek arasteyî Serperişt û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Zaxoyê kir.

Di spasînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Rêzdar Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, ji ber bicihanîna erkên we bi awayekî birêkûpêk û dilsozane wekî Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, em spasî û rêzên xwe arasteyî cenabê we dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di spasînameya xwe de hêvî kir ku, Serpweişt û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Zaxoyê “her bi vê ruhiyetê ji bo xizmetkirina Kurdistanê berdewam bin.”