Trump û Netanyahu gefên Îranê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêwendiyeke telefonî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir û gefên Îranê gotûbêj kirin.

Benjamin Netanyahu eşkere kir, wî beriya her rêberekî din ê cîhanê telefonî Trump kiriye û bi boneya vegera wî bo Koşka Sipî, peywendiyên xwe yên dostane û germ bi wî re tekez kiriye.

Ofîsa Serokwezîrtiyê Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: “Serokwezîrê Îsraîlê ji ber serkeftina Donald Trump pîrozbahî li wî kir. Her duyan li hev kirin ku bi hev re kar ji bo ewlekariya Îsraîlê bikin û gefên Îranê gotûbêj kirin.”

Pêştir jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû: “Trump vegera herî mezin di dîroka Amerîkayê de tomar kir, ev destpêkek nû ji bo Amerîkayê û dubare pabendbûna bihêz a bi hevpeymaniya mezin a di navbera Îsraîl û Amerîkayê de ye.”

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, li gor encamên destpêkê namzedê Komarî yê Amerîkayê Donald Trump 277 kursî bidest xistine.

Li hemberê namzeda Demokratan Kamala Harris 224 kursiyên komelgeha hilbijartinê bidest xistine û di hilbijartinê de winda kiriye.

Trump ji % 51 ê dengan ango zêdetirî 70,911 mîlyon dengan bidest xistine. Her wiha Harris jî %47,5 ê dengan ango nêzî 66 mîlyon dengan wergirtine.