Serokê PWKê û heyeta PYKSê rûdan û pêşhateyên dawî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê Seredana Buroya PYKSyê kir guftûgo derbarê rûdan û pêşhateyên hemû perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û cîhanê de kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragehandinê ya PWKê, “Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 07.11.2024ê li Hewlêrê seredana buroya Partî Yekitî Kurdistanî-Sûrya (PYKS) kir.
Endamên Komîteya SIyasî ya Partî Yekitî Kurdistanî-Sûrya (PYKS) Îbrahîm Biro û Newaf Reşîd, Endamê Komîteya Sîyasî û Berpirsê Ragehandinê yê PYKSyê Îsmeîl Ebdê Reşîd, Berpirsa Rêxistina Hewlêrê ya PYKSyê Bînahî Derwîş pêşewazîya Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk kirin.
Serokê PWKyê û heyeta PYKSyê, di derbarê rûdan û pêşhateyên bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê, Rojavayê Kurdistanê û bi giştî hemû perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û cîhanê de, bir û rayên xwe bi hevdu re parve kirin.
Hevdîtina Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk û heyeta PYKSyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.