Li Pakistanê 24 kes di teqînekê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînek li rawestgeheke trênê ya li başûrê rojavayê Pakistanê rû da,  tê de 24 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Polîsê Pakistanê îro 9ê Mijdarê ragihand, di teqîna li rawestgeheke trênê de li parêzgeha Belûcistan a de herî kêm 24 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Polîsê Xwecihî Mihemed Belûç got: “Heya niha 24 kes di teqînê de hatine kuştin û em li ser sedema teqînê lêkolînê dikin.”

Mihemed Belûç got, eger heye teqîn, ji ber teqîneke xwekujî pêk hatibe û lêkolîn berdewam in ji bo komkirina zanyariyên zêdetir.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Nexweşxaneya Sandman li bajarê Quetta Wasim Beg got: “Heta niha 44 birîndar gihîştine nexweşxaneyê.”

Li gorî Rêveberê Polîsê Xwecihî heta niha ti rêxistinekê berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Li Pakistanê di dema dawî de, êrîş di navbera serhildêrên cudaxwaz ên etnîkî li başûr û mîlîtanên Îslamî li bakurê rojavayê welêt zêde bûne.