Mesrûr Barzanî û Balyozê Japonê: Pêwîst e di zûtirîn dem de hikûmet were avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Japonê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Japonê kir, ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî. Herwiha pêzanîna xwe ji bo hevkarî û projeyên JICA li Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Balyozê Japonê tekez kir, welatê wî dixwaze di warên cuda de pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û giringiya pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de, mijareke din a hevdîtinê bû.