Serok Barzanî: Doza gelê Kurdistanê ti carî bi paş ve naçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.
Di civînê de, Balyozê Japonê li Iraqê ku bi boneya bidawîhatina erkên xwe û xatirxwestin ji Serok Barzanî serdan kiribû, pêzanîna xwe ji bo têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina azadiyê kir û rola Serok Barzanî di qonaxên curbicur ên dîroka gelê Kurdistanê û proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand.
Her di vê civînê de, ronahî hate xistin ser dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û Serok Barzanî tekezî li wê kir: Doza gelê Kurdistanê ti carî paşve naçe û destkeftên ku hene, encama gelek qurbanîdana gelê Kurdistanê ye û ne diyariya ji ti kes û ti aliyekî ye.
Di beşeke din e vê hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Japonê di warên curbicur de kirin.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, mijareke din a hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Japonê li Iraqê bû.