Serokê Herêma Kurdistanê diçe Baku

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe 11ê Mijdarê li bajarê Baku yê Azerbaycanê beşdarî Konferansa Keşûhewayê ya Cîhanî (COP29) dibe.

Konferansa Keşûhewayê ya Cîhanî ya îsal (COP29), ji 11 heta 22 Mijdarê li Baku, Paytexta Azerbaycanê tê lidarxistin.

Balyozê Azerbaycanê li Iraqê roja 22-07-2024an, bi fermî vexwendname pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiribû ku beşdarî karên konferansê bibe.

Konferans ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin û civîna herî girîng a cîhanê li ser guherîna keşûhewayê ye. Armanca sereke ya civîna îsal ew e, lihevkirina li ser çawaniya komkirina alîkariyên darayî yên zêdetir ji bo welatên hejar ên ku ji ber guherîna keşûhewayê dinalin e.

Di heman demê de konferans armanc dike ku derdana gazê sînordar bike û guherîna keşûhewayê kêm bike.