Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê dike

Serok Barzanî û Patrick Durel
Serok Barzanî û Patrick Durel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 11.11.2024) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.

Baregayê Barzanî di ragehandinekî de amaje da, “Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî tê de amade bûbû, Balyozê Fransayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir, herwesa rêz ji bo rêjeya zêde ya tevlîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê di rewşeke aram û demokrasî ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de li Cotmeha borî de hebû.”

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve “tevlîbûna berçav a welatiyan û birêveçûna serkeftiyane ya hilbijartinan wekî piştevaneke mezin ji bo rewatî û dezgehên Herêma Kurdistanê wesifand, herwesa spasiya Civaka Navdewletî û aliyên wê jî kir, ji bo çavdêrîkirina wan hilbijartinan.”

Her di wê hevdîtinê de helsengandin ji bo serûberê siyasî yê Îraqê û deverê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin, herwesa tekez li ser peywendî û dostîniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê jî hat kirin.

Her di wê ragehandinê de hatiye, di pareke din a wê hevdîtinê de Balyozê Fransayê li Îraqê spasiya Serok Barzanî kir, ji bo giringîdan û piştevanîkirina birêveçûna merasîmên bîranîna sedsaliya bûna Xanim Danielle Mitterran, ku li roja 12.11.2024ê li bajarê Hewlêrê tê kirin.