Komisyona Îraqê: Bersivên 13 tanên din bo Desteya Dadweriyê tên veguhastin
Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bersivên 13 tanên din ji bo Desteya Dadweriyê vediguhêze. Berdevka Komisyonê jî dibêje, “Piştî yekalîbûna wan tanan, encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tên pejirandin.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay ji Malpera K24ê re ragehand, “Em îro (Duşem, 11.11.2024) bersivên 13 tanên din, ku li hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine dan, ji bo Desteya Dadweriyê vediguhêzin. Pêştir jî bersivên 28 tanan hatine veguhastin, ku hemî dibin 41 tan.”
Cumane Xelay amaje jî da, “Li dû qanûnê, pêdivî ye Desteya Dadweriyê di dema deh rojan de bersivên tanan yekalî bike û piştî yekalîbûna wan, Civata Komisyaran encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dipejirîne.”
Deriyê tanlêdanê ji bo encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 31.10.2024ê hat vekirin û 41 tan ji aliyê partiyên siyasî ve hatine tomarkirin, ku 25 ji wan li Silêmaniyê, 12 li Hewlêrê, sê li Dihokê û yek jî li Helebceyê hatine tomarkirin.