Mesrûr Barzanî: Pêdivî ye serhejmêrî ji bo meremên siyasî neyê bikaranîn

Mesrûr Barzanî û Patrick Durel
Mesrûr Barzanî û Patrick Durel

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê li Îraqê dicivin, her du alî li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke hevgirtî û bihêz di zûtirîn dem de, pêxemetî xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna guhertin û pêşhat û qebxwaziyên deverê û cîhanê, hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 12.11.2024) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.

Balyozê Fransayê serkeftina piroseya hilbijartinan û encamên wê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin. Her du alî li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke hevgirtî û bihêz di zûtirîn dem de, pêxemetî xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna guhertin û pêşhat û qebxwaziyên deverê û cîhanê, hevnerîn bûn.

Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li hev guhertin, herwesa tekez li ser pêdivîtiya dabînkirina mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê jî kir.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, danûstandin li ser dawî amadekariyên girêdayî pirsa birêveçûna serhejmêriya giştî ya şêniyan li Îraqê hatin kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê piştevaniya piroseya serhejmêriyê ji bo merema pêşxistinê dike, lê dîtin û têbînî jî li ser wê piroseyê hene ku pêdivî ye ji rê neyê derxistin, bi çi awayekî ji bo meremên siyasî neyê bikaranîn û herwesa çi bandoreke nerênî jî li ser bicihanîna madeya 140ê ya destûrî û yekalîkirina pirsa deverên Kurdistanî yên derveyê Îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebe.