Civata Wezîrên Îraqê di derheqa serhejmêriya şêniyan de biryarek da
Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Îraqê biryar da ku, encamê serhejmêriyê li deverên madeya 140ê neyê parvekirin.
Civata Wezîrên Îraqê îro (Sêşem, 12.11.2024) bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Di wê civî de biryar hat dan ku, encamê serhejmêriyê li deverên madeya 140ê neyê parvekirin heta wê demê ku, ew lijneya ji bo rûbirûkirina data û zanyarên welatiyên wan deveran bi serhejmêriya sala 1957ê hatiye pêkanîn, bi karê xwe radibe, paşî encamê serhejmêriya wan deveran tê belavkirin.
Biyar e li roja 20ê vê mehê serhejmêriya giştî li Îraq, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.
Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.
Li dû serhejmêriya sala 1957ê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê ji şeş milyon û 538 hezar û 199 kesan pêk hatibû, ku Kurdan rêjeya 16% û Ereban bi Şîe û Sune ve rêjeya 80% û Tirkmenan rêjeya 2% ya şêniyên Îraqê pêk dianî.
Li dû serhejmêriya sala 1957ê, hejmara Ereban li Îraqê bi Şîe û Sune ve pênc milyon û 18 hezar û 262 kes bû, hejmara Kurdan milyonek û 42 hezar û 774 kes, hejmara Tirkmenan 136 hezar û 806 kes û hejmara Kiristiyanan jî 206 hezar û 202 kes bû.
Di serhejmêriya sala 1957ê de, di parvebûna şêniyên Kerkûkê de Kurd bi 187 hezar û 371 kesan piranî bû, ku Ereb 109 hezar û 620 kes bûn, Tirkmen 83 hezar û 371 kes bûn û Kiristiyan jî hezar û 605 kes bûn.